Rûsya: Bi sev me 43 balafirên bêmirov ên Ukraynayê îmha kirin
PeyamaKurd – Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku bi şev 43 balefirên bêmirov ên Ukraynayê ji aliyê sîstemên parastina hewayî ve hatine îmhakirin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezaretê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku Ukraynayê bi şev bi balafirên bêpîlot hewl daye êrîşî axa Rûsyayê bike.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 43 balafirên bêmirov ji aliyê pergalên parastina hewayî yên Rûsyayê ve hatine xistin, 34 ji wan li ser Volgogradê, 4 li ser Rostovê, 4 li ser Kurskê û 1 jî li ser Belgorodê hatine xistin.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê doh ragihandibû ku 132 balafirên bêmirov ji aliyê pergalên parastina hewayî ve hatine îmhakirin.
Piştî êrîşan li bajarê Engelsê rewşa awarte hat ragihandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin