Ji Rûsyayê heta Ukraynayê êrîsên balafirên bêmirov ên hewayî
PeyamaKurd – Rayedarên Ukraynayê ragihandin ku balafireke bêpîlot a Rûsyayê li bender û tesîsên pîşesaziyê yên li başûrê Odessa xistiye û piştî êrîşê şewat derketiye.
Rayedarê herêmî Oleh Kiper jî diyar kir ku di êrîşê de depoyeke genim zerar dîtiye û got, artêşa Ukraynayê dê di saetên pêş de agahiyên berfireh bide.
Hêza hewayî ya Ukraynayê beriya niha ragihandibû ku balafirên bêmirov ên rûsî ji benderên sereke yên li ser Dunayê ber bi Îzmaîl ve difirin.
Rûsya piştî ku meha borî ji peymana genim a bi Ukraynayê re ku bi navbeynkariya Tirkiyê û Neteweyên Yekbûyî hatibû kirin, vekişiya, Rûsya dest bi hedefgirtina benderên Ukraynayê kir.
Rûsyayê jî gef li keştiyên ku ber bi benderên Behra Reş ên Ukraynayê ve diçin, xwar.
Ji ber vê yekê, çemê Dunûb ji bo hinardekirina genimê Ukraynayê alternatîfek girîng e.
Rûsyayê di 17ê Tîrmehê de ragihandibû ku ew ji Peymana Korîdora Genim ku di Tîrmeha sala borî de dest pê kiribû, ji ber ku astengiyên li pêşiya firotina berhemên xwe yên xwarinê nehatine rakirin, vekişiyaye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin