Wezareta Berevaniya Rûsyayê: Hêzên me heta niha 821 binkeyên leskerî yên Ukraynayê kirine armanc

26 February 2022 15:29 0 dîtin
Wezareta Berevaniya Rûsyayê: Hêzên me heta niha 821 binkeyên leskerî yên Ukraynayê kirine armanc

PeyamaKurd Wezareta Berevaniya Rûsyayê di derbarê rewşa dawî ya operasyona leşkerî ya Rûsyayê li dijî Ukraynayê de diyar kir, ji destpêka şer heta niha, hêzên wan 821 binkeyên leşkerî yên Ukraynayê kirine armanc.

Berdevkê Wezareta Berevaniya Rûsyayê Îgor Konaşenkov îro destnîşan kir: “Operasyona leşkerî ya Rûsyayê li Ukraynayê berdewam e û hêzên welatê wan karîne bajarê Melîtopol ê Ukraynayê kontrol bikin.”

Îgor Konaşenkov da zanîn: Artêşa welat 821 binke û navendên bingehîn ên leşkerî yên Ukrayna kirine armanca serekî yên êrîşê ku hin ji wan wiha ne:

- 14 balefirên leşkerî

- 19 Navendên rêveberî û pêwendiyê

- 24 Sîstema moşekî yên dijî balefir li cureya ‘-300 û Osa

- 48 Rawestekên Radar

- 7 balefirên şerker

- 7 helîkopter

- 9 dron

- 87 tank

- 118 otomobîlên leşkerî

- 28 binkeyên moşekî

- 8 keştiyên şer