Wezareta Derve ya Rûsyayê, li ser Sûriyeyê daxuyanî da
PeyamaKurd – Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê, Marîa Zaxarova ji Rûdawê re got, “Divê li gorî biryara Neteweyên Yekbûyî ya bi hejmara 2254ê ya derbarê Sûriyeyê de kar were kirin.”
Zaxarovayê der barê avakirina hikûmeta ku li Sûriyeyê tê avakirin û rola kurdan a di vê pêvajoyê de ev daxuyanî da:
“Divê biryara vê mijarê ji aliyê sûriyeyiyan bi xwe ve were dayîn û ne pirsgirêkeke derve ye. Sûriye welatekî xwedî dîrokeke kûr û xwedî ezmûna jiyana hevbeş a di nava civakên cuda de ye. Pêwîst e ew bi xwe pêşeroja xwe ava bikin.”
Zaxarovayê herwiha tekez kir, “Em helwêsta xwe ya li ser yekparçeyiya axa Sûriyê dubare dikin.”
Zaxarovayê li ser pirsa ku gavên girîng ji bo paşeroja welêt dikarin çi bin, got, “Parastina saziyên dewletê yek ji erkên herî girîng e ji bo berdewamiya xebatên wan.”
Zaxarovayê diyar kir ku divê di zûtirîn dem de îstiqrar û ewlehî li welêt bê vegerandin û got, “Pêwîst e parastina sîstema yasayî, parastina mafên sivîlan û pêşîgirtina li tundûtûjî û xwînrijandina bê girtin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin