Rûsyayê li ser "Hevdîtina Sûriyeyê ya bi Tirkiyeyê re" daxuyanî da!

13 July 2024 10:01 0 dîtin
Rûsyayê li ser "Hevdîtina Sûriyeyê ya bi Tirkiyeyê re" daxuyanî da!

PeyamaKurd – Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova di civîna çapemeniyê ya ku li paytext Moskowayê li dar xist de pêvajoya asayîkirina têkiliyên navbera Tirkiye û Sûriyeyê nirxand.

Zaharova bal kişand ku Tirkiye di van demên dawîn da gavên girîng avêtine û wiha got: “Di demên dawî de ji aliyê Tirkiyê ve, di serî de Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, îşaretên ku ew ji bo vê yekê (normalkirina têkiliyên bi Sûriyê re) amade ne, hatin. Em pêşwaziyê li vê meylê dikin û di wê baweriyê de ne ku dê di vî warî de gavên pratîkî ji her du aliyan ve werin avêtin.”

Zaharova destnîşan kir ku normalkirina têkiliyên navbera Tirkiye û Sûriyeyê ji bo çareseriya berfireh a Sûriyeyê û zêdekirina ewlehiya herêmê xwedî girîngiyeke jiyanî ye û got, "Ji ber vê yekê em hevkarên xwe teşwîq dikin ku bi her awayî têkiliyan bidomînin."

Zaharova da zanîn ku formata Astanayê tekane mekanîzmaya navneteweyî ya bi bandor e ji bo çareseriya aştiyane li Sûriyeyê û got, "Em bi biryar in ku di formata Astanayê de bi hevkarên xwe yên Tirkiyeyê re hevkariyên xwe yên nêzîk bidomînin."

Zaxarova got, "Em potansiyela lîstina di nav hewldanên navbeynkariyê yên li welatên din ên ku li herêmê aştî û îstiqrarê digerin, di nav wan de yên di formata Astanayê de (pêvajoya normalîzekirina têkiliyên Tirkiye-Sûriye) de heye, dibînin."