Dema hevdîtina Pûtîn-Erdogan ji Rûsyayê daxuyanî: Tenê Rûsya û Îran dikarin…

22 October 2019 16:50 0 dîtin
Dema hevdîtina Pûtîn-Erdogan ji Rûsyayê daxuyanî: Tenê Rûsya û Îran dikarin…

PeyamaKurd – Dema ku hevdîtina heyetan a Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn û Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Soçiyê berdewam dikir, Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Oleg Siromolotov, ragihand ku Tirkiye bi operasyona leşkerî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekparçebûna erda Sûriyê binpê dike.

Li gorî nûçeya Interfax a Rûsî Siromolotov got, "Tenê mafê artêşên Rûsya û Îranê heye li Sûriyê bimînin.”

Siromolotov herwiha da xuyakirin ku di hevdîtina Pûtîn-Erdogan de, Pûtîn xwestiye aliyên ku petrola li Rojavayê Kurdistanê (Bakurêrojhilatê Sûriyê) kontrol bikin were zelalkirin.