Wezareta Berevaniyê ya Ukraynayê: Hêzên me karwaneke Rûsyayê têk bir
PeyamaKurd – Wezareta Berevaniyê ya Ukraynayê diyar kir, hêzên wan li nêzîkî Kîeva paytext, karwaneke Rûsyayê têk birine.
Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Ukraynayê, li bajarokê Chuhuiv yê li başûrê rojavayê Kîeva paytext, karwaneke lojîstîk a artêşa Rûsyayê hatiye têkbirin, ku di nav wan de hejmarek tank û çend tankerên veguhestina sotemeniyê ji bo hêzên Rûsyayê hebûn.
Wezareta Berevaniyê ya Ukraynayê eşkere kir, artêşa Rûsyayê êrîşên moşekî li ser çend bajaran tund kirine û êrîşên xwe yên li ser bajarên Kîev, Mariupol û Zaporzhye zêde kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin