Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê: Rûsyayê kestiyên xwe yên li qeraxên Ukraynayê dûr xistin
PeyamaKurd – Rayedarekî bilind ê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) di derbarê teqîna keştiya Rûsyayê de diyar kir, piştî teqîna keştiya moşekavêj a "Moskowê", Rûsyayê keştiyên xwe yên li bakurê Deryaya Reş yên li qeraxên Ukraynayê dûr xistin û ber bi başûrê deryayê ve vekişandin.
Rayedarê Pentagonê di nirxandina şerê Rûsya û Ukraynayê de ji rojnamevanan re eşkere kir, hîn jî nekarîne sedema teqîna keştiya moşekavêj a Moskowê piştrast bikin.
Herwiha destnîşan kir, hîn jî şewata keştiyê nehatiye vemirandin û ji ber şiyan berevanî ya esmanî û hilgirtina gelek teqemeniyan, îhtîmala teqînên din di keştiyê de li holê ye.
Herî dawî rayedarê Pentagonê diyar kir, piştî teqîna keştiyê, Rûsyayê keştiyên xwe yên din ji bakurê Deryaya Reş ber bi başûrê deryayê veguhestine, ku nêzîkî şeş keştî li bakurê Deryaya Reş bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin