Blinken: Me dorpêçê danî ser 11 rêvebirên wezareta berevaniyê ya Rûsyayê

16 March 2022 00:14 0 dîtin
Blinken: Me dorpêçê danî ser 11 rêvebirên wezareta berevaniyê ya Rûsyayê

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand ku bi sedema Rûsya Ûraynayê îşxal kiriye, dopêçê daniye ser 11 rêvebirên wezareta berevaniyê yên di asta bilind de.

Blinken ragihandina xwe bi nivîskî kir û got ku Rûsya ji serî de bê sedem êrîş kiriye ser Ûkraynayê, di êrîşan de zarok û gelek sîvîlan kuştiye. Blinken ragihand ku wê rêvebirên berevaniya Rûsyayê bedela wê bidin û lîsta dorpêçê bi wezîfên wan ve belav kir. Di nav lîstê de ev hene:

Cîgirên wezîrê berevaniyê Aleksey Krivorçiko, Timur Ivanov, Yunus-Bek Evkurov, Dimitry Bulgakov, Yuri Sadovenko, Nikolay Pankov, Ruslan Tsalikov û Gennadi Zidko.

Ji bilî van navan serfermandarê yekîneyên parastina netewî û hem endamê konseya ewlehiyê yê Rûsyayê Viktor Zolotov, ji wezaretê rêvebirê hevkariya federal yê teknîkî Dmitry Shugaev hene. Rêvebirê şîrketa bazirganiya leşkerî yê bazirganiya karên derve dike rêvebirê giştî yê Rosoboronexport ê Alexander Mikheev heye.

Temamê heyiyên kesên navboriyên jorîn hatine desteserkirin.

Li hemberê lîsta dorpêçan ya Amerîkayê Rûsya jî ragihand ku dewletê 13 rêvebirên dewleta Amerîkayê xistiye lîsta dorpêçan ku di nav wan de serokê Amerîkayê Joe Biden, wezîrê karên derve Blinken, berdevkê Koşka Sipî Psaki, şêwirmendê ewlehiyê Sullivan, wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê Austin û Hillary Clinton di nav dorpêçê de ne.