Amerîka dorpêçê danî ser 4 rêvebirên Iraqê

07 December 2019 01:10 0 dîtin
Amerîka dorpêçê danî ser 4 rêvebirên Iraqê

PeyamaKurd- Nûnera daîmî ya Amerîkayê ya li Neteweyên Hevgirtî Kelly Craft îro ragihand ku ew bûyerên şiddetê yên li Iraqê ku li dijî xwepêşandêran tên kirin şermezar dike û got ku wê çavên xwe bo îhlalên li hemberê xwepêşandêran negrin. Kelly Craft got ku wê bo van bûyeran civîneka awarte bêkirin û Îran destê xwe dixe nav pêvajoya avakirina hukumeta nû ya Iraqê. Kelly Craft hem got ku divê reform derbasî nav destûra Iraqê bibin.

Craft bi sedema gendeliyê û îhlala mafên mirovan got ku bo terefdarê Îranê, fermandarên Haşdî Şabî û 4 karbidestên Iraqê biryara dorpêçê hatiye sitendin. Biryara dorpêçê bo serokê rêxistina Asaîb Ehlî Haq Qeys El Xezalî, bo birayê wî Leys El Xezalî, Ebû Zeynebê Rêvebirê Asayîşe ku navê wî yê eslî Huseyîn Falih e hatiye dayîn.