Amerîka dorpêçê danî ser têkiliyên artêsa Îranê yên li Iraqê
PeyamaKurd- Rêvebiriya Amerîkayê dopêçê danî ser şîrket û rêvebirên şîrketê yên ku bi artêşa Îranê (pasdaran) Hêza Qudsê yên ku li Iraqê, kar dikin. Li gor wezareta Xezînê ya Amerîkayê rêvebiriya Amerîkayê dorpêçê danî ser şîrketa li Bexdayê ya bi navê South Wealth Resources Company (SWRC) û du rêvebirên wê Mekkî Kazım Abdul Hamid El Esadî û Muhammed Huseyin Salih El Hasanî.
Di ragihandinê de şîrketa navborî têkiliyên wê bi artêşa Îranê Hêza Qudsê re heye û bo alîkariya wê bi bihayê milyon dolaran sîlihan revandiye. Hem hat gotin ku şîrketa SWRC û rêvebirên wê El-Esadi û El-Hasanî dorpêça ser Îranê îhlal kirine, kirine ku Îran xwe bigihîne sîstema malî ya Iraqê. Li gor biryara dorpêçêİ şîrket û rêvebirên wê çi malên wan an pereyên wan li Amerîkayê hene dê bên rawestandin û nema ti kes karibe bi şîrket an rêvebiran re hevkarî bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin