Amerîka dorpêçê danî ser hinek rêvebirên Çînê
PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bi sedema ku Çîn li Sincanê li herêma otonom ya Ûgûrê û li misilmanên wê derê zorê dike, bo 3 kesan qedexeya çûna Amerîkayê danî. Pompeo weha got:
“ Wê Amerîka bi sedema ku Çîn zorê dide ser Tirkên Ûygûr, Kazakan bi zorê dide şuxilandin, bi kêfa xwe wan digre, bi zorê kontrola nûfûsê dike, dixwaze li herêmê musilmantiyê û çanda wê ji holê rake, wê bo van hemû kiryaran Amerîka bêdeng nemîne.”
Pompeo got ku rêvebirên Çînê eger mafên mirovan binpê bikin, wê Amerîka wan bike hedefa xwe û dorpêçan deyne ser wan. Kesên ku niha li ser wan dorpêç hatin danîn; sekreterê partiyê yê XUAR ê Chen Quanguo, sekreterê Sincanê yê Komîte ya siyasî û Hûqûqê (XPLC) Zhu Hailun, sekreterê buro ya Sincanê yê ewlekariya giştî (XPSB) Wang Mingshan û malbatên wan dê nikaribin herin Amerîkayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin