Amerîka hinek dorpêçên din danî ser Rûsyayê

01 October 2019 01:31 0 dîtin
Amerîka hinek dorpêçên din danî ser Rûsyayê

PeyamaKurd- Rêvbiriya Amerîkayê dorpêçê danî ser 4 malperên Rûsyayê yên înternetê û 7 kesan. 4 malper û 7 kes niha ketin lîsta dorpêça Amerîkayê. Sedema dorpêça ser wan jî, bi sedema “mudaxeleya bi hilbijartina Amerîkayê re kirine” nîşan da.

Ragihandina dorpêçê ji aliyê wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo de, bi awayeka nivîskî hat kirin. Pompeo ragihand ku fîrma û kesên ku bo wan dorpêç hatine danîn, fîrma Teknolojiyê ya Rûsyayê ku girêdayiyê Ajansa Lêkolînê ya Înternetê ye û ji aliyê karsazê Rûs ji aliyê Yevgeniy Prigozhin de tê finanse kirin û weha dewam kir:

“Amerîka bi van malper û kesan re heyiyên Prigozhin jî kiriye hedefa xwe. Ev biryar, bo di heman demê de bo kes, rêxistin û dezgeyên ku bi wan re pêwendiyan deyne jî eyniye û bo wan hişyariye. Amerîka wê îznê nede ku Prigozhin an kesên weka wî zerarê bide berjewendiyên Amerîkayê an dostên Amerîkayê.”

Pompeo got ku wê rê nedin da di pêvajoya hilbijartinê de ji derve mudaxele bêkirin. Wê Amerîka têkoşîna xwe ya li dijî mudaxeleyên ku zerarê bide Amerîkayê dewam bike û Rûsya ku dixwaze mudaxele bi karê Amerîkayê re bike, dê Amerîka bedelê bi wan bide safîkirin.