Ji bo Îran nikaribe dronan çêbike, Amerîka givasên nû danî ser hinek sîrketan
PeyamaKurd – Rêvebiriya Amerîkayê hinek kes û şîrketên ku ji bo hilberîna dronan ya ji aliyê Îranê de destek dikin an ji Îranê re malên esasî yên ji bo çêkirina dronan amade dikin, wan xist nav lîsta reş ya givaşan.
Li gor ragihandina wezareta xezînê ya Amerîkayê; perçên bingehîn ji bo Îran hilberîna dornan bike tên amadekirin ku ew jî ji terefê şîrketa Rayan Roshd Afzar de têkirin. Bi şîrketê re girêdayî an di nav têkiliyê de 4 dezge hene û di nav kesan de rêvebirekî rêxistina endustriya hewageriya Îranê heye.
Di wezareta xezînê ya dewleta Amerîka de, ji terorê û îstîxbarata darayî berpirs musteşar Brian Nelson, li ser mijarê şirove kiriye û gotiye:
“Biryara givaşê nîşan dide ku Amerîka çendîn ber li hilberîna dronên Îranê digre. Îran drone an İHAyan dide Rûsyayê, Rûsya li hemberê Ûkraynayê bikartîne û ji terefê grûbên terorîst yên bi desteka Îranê de, li herêmê, li hemberê yekîneyên Amerîkayê bikartînin.”
Temamê êrîşên ser yekîneyên leşkerî yên Amerîkayê yên li Sûriyê, Kurdistanê, Derya Ummanê, Derya Sor, Îsraîl, Yemen û Iraqê bi dronên Îranê tênkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin