Îranê karmendekî Wezareta Berevaniyê bi hinceta ajantiya Amerîkayê îdam kir

14 July 2020 16:11 0 dîtin
Îranê karmendekî Wezareta Berevaniyê bi hinceta ajantiya Amerîkayê îdam kir

PeyamaKurd - Dezgeha Dadweriya Îranê ragihand ku karmendekî Wezareta Berevaniya Îranê bi tohmeta sîxurtiya bo Amerîkayê hatiye bidarvekirin.

Berdevkê dezgeha dadwerîya Îranê, Xulamhusên Îsmaîlî îro 14ê Tîrmehê ragihand, karmendekî xanenişîn yê wezareta berevaniya Îranê bi navê Riza Eskerî hefteya borî hat bidarvekirin.

Îsmaîlî got ku ew karmendê xanenişîn, ku di beşa fezayê ya wezareta berevaniyê de kar kiribû, bûbû ajanê Amerîkayê û li ser moşekan agahî û raport dabûn Îstixbarata Amerîkî CIAyê.

Hêjayî bibîrxistinê ye, sala borî jî karmendekî fezayê yê wezareta berevaniya Îranê bi navê Celal Hacî Zewar bi heman tohmetê hatibû îdamkirin.