Bokan | Rejîma Îranê, bi hinceta propagandakirina PDK-Îyê xwisk û birayek girt
PeyamaKurd – Rejîma Îranê, xwişk û birayekî ciwan ên ji bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê Serwe Şîrî û Peyman Şîrî girt û ew xistin girtîgeha Ûrmiye û Bokanê.
Li gorî raporeke gihîştiye Saziya Mafê Mirov a Hengawê, roja duşemê (06.01.2025) Serwe Şîrî (22) xistine girtîgeha Ûrmiyeyê û birayê wê Peyman Şîrî (19) jî xistine Girtîgeha Navendî ya Bokanê.
Ev xwişk û bira aliyê Şaxê 101ê Dadgeha Tawanan a rejîmê ya li Bokanê bi hinceta “propagandakirina Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) hatine girtin û Peyman Şîrî mehkûmî 8 mehan û birayê wê Peyman jî mehkûmî 6 meh cezayê girtîgehê bûye.
Hengaw bi bîr dixe ku ev xwişk û bira di dema desteserkirinê de ji mafê xwe yê hevdîtina li gel parêzer û malbatê bêpar hatine hiştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin