Rejîma Îranê 32 meh cezayê girtîgehê li ciwanekî kurd birrî, yek ji hincetan jî; “hevkariya wî ya li gel PDK-Îyê ye”
PeyamaKurd – Ramiyar Mihemedzade, xortê kurd ê (19) xelkê Serdeşta Rojhilatê Kurdistanê, piştî cezayê ku lê hat birrîn, xistin girtîgeha navendî ya Nexedê. Par, 32 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.
Raporeke ku gihaye bi Saziya Mafê Mirov Hengawê, Ramiya Mihemedzade, ciwanê 19 salî yê rûniştiyê Pîranşarê çar meh piştî binçavkirina xwe di girtîgeha navendî ya Nexedê de ye.
Ew, berê ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Mehabadê ve bi tohmeta “propagendeya li dijî hikûmetê, hevkariya li gel Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê” 32 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birrîn. Her weha yek ji hincetan jî beşdariya wî ya li “Newroza Kurdî” bûye.
Ev welatiyê rûniştiyê bajarê Pîranşarê di heftiya yekem a meha cotmeha îsal de, piştî ku li bajarê Pîranşarê hatibû girtin biribûn girtîgeha navendî ya Nexedê.
Ramiyar Mihemedzade roja duşemî 26ê adara 2024an, bi êrîşkirina hêzên îdareya Îtilaatê ya bi ser mala wî de bi awayekî hovane hatibû binçavkirin. Ew piştî du mehên binçavkirinê di dawiyê de li hezîrana îsal bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî û heta dawî qonaxên dadgehê hatibû berdan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin