Merîwan | Rejîma Îranê, 3 sal û mehek cezayê girtîgehê li kurdekî birrî, sedem: hevkariya bi PDK-Îyê re ye

10 December 2024 13:39 0 dîtin
Merîwan | Rejîma Îranê, 3 sal û mehek cezayê girtîgehê li kurdekî birrî, sedem: hevkariya bi PDK-Îyê re ye

PeyamaKurd – Heyder Fetahî, kurdê ji bajarê Merîwanê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve 3 sal û mehek cezayê girtîgehê bi ser de hate sepandin.

Raporeke ku gihaye bi Saziya Mafê Mirov a Hengawê, radigihîne di vê dawiyê de Heyder Fetahiyê (43) ji bajarê Merîwanê ji aliyê Dadgeha Şoreş a Merîwanê ve bi îdiaya sûcdariya “hevkariya bi Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) 3 sal û mehek cezayê girtîgehê bi ser de hatiye sepandin û ev ceza bi fermî jê re hatiye ragihandin.

Heyder Fetahî, roja yekşema (09.06.2024)an, ji aliyê hêzên pasdarên Îranê ve li cihê karê xwe yê li ser sêrêya Nyê ya Merîwanê hatiye girtin bêyî hebûna tu belgeyeke qanûnî û ew biribûn cihekî nediyar. Ew, piştre bi dayîna barimteyê û bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê hatibû berdan.