Kanadayê êrîsên Rûsyayê yên ser Ukraynayê wekî jenosîd nas kir

28 April 2022 19:08 0 dîtin
Kanadayê êrîsên Rûsyayê yên ser Ukraynayê wekî jenosîd nas kir

PeyamaKurd - Parlamentoya Kanadayê êrîşên Rûsyayê yên li Ukraynayê wek jenosîd nas kir.

Hat ragihandin ku Endamên Parlamentoya Kanadayê beriya dengdana li ser jenosîdnasîna kiryarên Rûsyayê yên li Ukraynayê gotin, "Gelek delîlên tawanên şer yên sîstematîk û mezin ên li dijî mirovahiyê yên ji aliyê Rûsyayê ve hatine kirin hene.”

Parlamentoya Kanadayê li ser kiryarên Rûsyayê yên li Ukraynayê diyar kir; tawanên şer ên hovane, mînakên sîstematîk ên kuştina bi qestî ya sivîlên Ukraynayê, jihevxistina cenazeyan, veguhestina bi zorê ya zarokên Ukraynayî, îşkencekirin, zirara laşî, zirara derûnî û destavêtin hene.

Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau jî beriya civîna Parlamentoya Kanadayê ya naskirina wekî jenosîd a tawanên Rûsyayê gotibû, delîl nîşan didin ku ew tawanên artêşa Rûsyayê kirine rast in û divê wekî jenosîd werin binavkirin.