Rûsyayê gefa xistina balafirên cîranên Ukraynayê xwar!
PeyamaKurd - Berdevkê Koşka Serokatiya Rûsya Kremlînê Dmitriy Peskov, li ser biryara şandina balafirên şer ên heyama Sovyetê bo Ukraynayê ragihand ku ew ê her balafiran ji Ukraynayê re bê şandin, bidin erdê.
Peskov ji medya rûsî re daye xuyakirin, şandina balafirên şer bo Ukraynayê ti tiştekî ji rewşa şer naguherîne, çimkî dê ji aliyê Rûsyayê ve werin têkbirin.
Hêjayî gotinê ye, duh 16ê Adarê Serokwezîrê Polonyayê ragihandibû ku ew ê 4 balafirên cûreya MIG-29 ên serdema Sovyetê radestî Ukraynayê dikin û demên pêş hejmareke din a balafiran ji Ukraynayê re bişînin. Li aliyê din welatê cîranê Ukraynayê, Slovakya jî amadekariya şandina balafirên şer ên heyama Sovyetê bo Ukraynayê dike.
Herwiha Peskov li ser dirêjkirina dema peymana zadê Ukraynayê bi rêya Deryaya Reş jî got ku Rûsyayê biryara dirêjkirina peymanê bo 60 rojên din daye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin