Êrîsa bi roketan li ser baregeha leskerî ya Eyn el-Esedê

27 July 2024 11:34 0 dîtin
Êrîsa bi roketan li ser baregeha leskerî ya Eyn el-Esedê

PeyamaKurd – Li parêzgeha Enbarê ya Iraqê ku leşkerên Amerîkayê lê bi cih bûne, bi roketan êrişî baregeha leşkerî ya Eyn el-Esed hat kirin.

Di heyama kêmî du hefteyan de, bo cara duyem baregeha Eyn Esed li parêzgeha Enbarê ya Iraqê bû armanc. Di êrîşê de ti ziyanên canî çênebûn û ziyan negihişt baregehê.

Di 23ê Tîrmehê de, şandên wezaretên berevaniyê yên Iraq û Amerîkayê li Washingtonê civiyan, lê behsa vekişîna hêzên Amerîkî ji Iraqê nehat kirin. Komên çekdar li Iraqê daxwaza derxistina hêzên biyanî ji wî welatî dikin.

Baregeh berê gelek caran bi moşek û balafirên bê mirov (ÎHA) hatiye hedefgirtin.

Ji destpêka şerê di navbera Îsraîl û Hamasê yê ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve, zêdetirî 170 êrîş li dijî baregehên leşkerên Amerîkî li Iraq û Sûriyê hatine kirin.