Ji Sûdanî pistî êrîsa ser baregeha Hesda Seibî civîna lezgîn a leskerî: Hin biryar hatin wergirtin

31 July 2024 17:21 0 dîtin
Ji Sûdanî pistî êrîsa ser baregeha Hesda Seibî civîna lezgîn a leskerî: Hin biryar hatin wergirtin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, piştî êrîşa îro ya ser baregeha Heşda Şeibî li navçeya Curf a bakurê Babîlê ku 4 piledarên wê hatin kuştin, civîneke leşkerî saz kir.

Di civîna ku bi awayê lezgîn bi beşdariya fermandarên artêşa Iraqê û hemû pêkhateyên leşkerî hate lidarxistin de, Sûdanî serokatiya civînê kir.

Ofîsa Serokwezîrê Iraqê eşkere kir ku di civînê de, gelek rasparde û pêşniyaz ji bo pêkhate û fermandarên leşkerî hatine derxistin.