Rayedarekî Amerîkî berpirsiya êrîsa ser baregeha Hesda Seibî eskere kir

04 January 2024 20:05 0 dîtin
Rayedarekî Amerîkî berpirsiya êrîsa ser baregeha Hesda Seibî eskere kir

PeyamaKurd – Rayedarekî Amerîkî ji ajansa Reutersê re ragihandiye ku êrîşa îro 4ê Çileyê ya bi ser baregeha Heşda Şeibî ya Bexdayê de, ji aliyê hêzên wan ve hatiye encamdan.

Rayedarê Amerîkî yê nexwestiye navê xwe bide gotiy, 4ê Çileyê hêzên Amerîkî bi balafirên bêmirov baregeha Heşda Şeibî ya Bexdayê kirine armanc û fermandarên wê hatine kuştin.

Wî rayerdarî daye zanîn ku fermandarê hatiye kuştin, beriya niha fermana êrîşên ser baregehên Amerîkî dabû.

Hêjayî gotinê ye, di êrîşa îro de, 3 fermandarên Heşda Şeibî yên pilebilind hatibûn kuştin û 6 kesên din jî birîndar bûbûn.

 Hêzên milîs ên girêdayî Îranê û artêşa Iraqê yên di bin sîwana Heşda Şeibî de, ji 17ê Cotmehê ve zêdetirî 150 êrîş li ser hêzen Amerîkî li Sûriye û Iraqê pêk anîne.