Îranê berpirsiya xwe ya êrîsa ser hêzên Amerîkî red kir: Bersiveke komên berxwedanê ye!
PeyamaKurd – Ajansa fermî ya Îranê IRNAyê daxuyaniya nûnertiya Daîmî ya Neteweyên Yekbûyî ya Îranê derbarê êrîşa şeva borî ser hêzên Amerîkî de belav kir.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, “Ti girêdana Îranê bi êrîşê ve nîne. Bersivdaneke komên berxwedanê yên li herêmê bi hêzên Amerîkî re rûbirû dibin e.”
Hêjayî gotinê ye, Serokê Amerîkayê Joe Biden bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandibû ku êrîş ji aliyê komên girêdayî Îranê ve hatiye kirin û ew dê di dem û cihekî guncav de bersiva êrîşê bidin.
Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîka (CENTCOM) li ser encamên êrîşê dabû xuyakiran, 3 leşkerên Amerîkî di êrîşê de hatine kuştin û 34 jî birîndar bûne.
Li aliyê din hikûmeta Urdinê jî ragihandiye ku êrîşa dijî hêzên amerîkî ne li ser erda wan pêk hatiye, li baregeha Tenef a ser sînorê Sûriyê rû daye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin