Di êrîsa milîsên Îranê ya ser Rimêlanê de hin leskerên Amerîkî birîndar bûn

11 August 2024 13:29 0 dîtin
Di êrîsa milîsên Îranê ya ser Rimêlanê de hin leskerên Amerîkî birîndar bûn

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di êrîşa komên milîsên Îranê ya ser ser bargeha Amerîka ya li Rimêlan a Rojavayê Kurdistanê de hejmarek leşkerên amerîkî birîndar bûne.

Reutersê ji zarê berpirsekî amerîkî ku nexwestiye navê xwe bide daye xuyakirin, di encama êrîşa roja înê  ya bi dronan de hejmarek leşkerên amerîkî û hevpeymaniyê li Rimêlanê birîndar bûne.

Berpirsê Amerîkî daye zanîn, leşkerên birîndar ji bo tedawiyê birine cihekî din daku rewşa tenduristiya wan bê nirxandin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, di nava çend rojên dawî de, ev êrîşa duyemîn a ku li dijî hêzên amerîkî li herêmê pêk te ye.

Îna borî jî bi dronên xwekuj êrîşî baregeha Xerab Cîr ya hêzên amerîkî ya Rojavayê Kurdistanê hatibû kirin ku ew êrîş jî ji aliyê komên girdêyî Îranê pêk hatibû.