Dêrezor | Êrîsa hewayî li ser milîsên Îranê!
PeyamaKurd – Li navçeya Elbûkemal a parêzgeha Dêrezorê ya li rojhilatê Sûriyeyê li dijî milîsên bi piştgiriya Îranê êrîşeke hewayî hat lidarxistin. Koma milîsên şîe ragihand ku endamekî wan hatiye kuştin.
Hat diyarkirin ku şeva borî li gundê Sukeriye yê navçeya Elbûkemal a li ser sînorê Iraqê li dijî depoyeke çekan a milîsên bi piştgiriya Îranê û wesayiteke barkirinê hatiye bombekirin.
Heta niha ti kesî berpirsyariya êrîşê negirtiye ser xwe û hat ragihandin ku êrîş bi dronê hatiye kirin.
Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) îro Înîyê ragihand ku li navçeya Elbûkemal a parêzgeha Dêrezorê ya li ser sînorê Iraq û Sûrîyê "teqîneke tund" qewimî.
Hat zanîn ku herêm di bin kontrola komên milîs ên alîgirên Îranê de ye.
Gelek çalakvan û pispor li ser platforma Xê ya medyaya civakî îdia kirin ku di êrîşa hewayî ya Îsraîlê de barekî çekên Îranê hatiye xistin.Guterres bal kişand ser metirsiya berfirehbûna pevçûnên li Rojhilata Navîn û got, "Havek bi lez û bez, hesabek şaş dikare bibe sedema felaketeke dûrî sînoran, bi eşkereyî ji xeyalan wêdetir."
Wezareta Karên Derve ya Kuweytê û hikûmetên Yûnanîstan û Kanadayê ji welatiyên xwe yên li Lubnanê xwestin ku ji ber aloziya li ser sînorê di navbera Hizbullah û Îsraîlê de, di zûtirîn demê de vî welatî terk bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin