Êrîsa ser balafirxaneya leskerî ya ku milîsên Îranê li Sûriyê bi kar tînin!
PeyamaKurd – Êrîşek li ser Balafirxaneya Leşkerî ya Tedmurê li parêzgeha Humsê ya Sûriyê hat kirin, ku rêjîma Beşar Esed rêveberiya xwe radestî komên Îran piştgiriya wan dike.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, balafirên ku eslê xwe ne diyar e, saet derdora 00.30an de gelek êrîşên hewayî li ser depoya cebilxaneyê ya komên girêdayî Îranê yên li der û dora Balafirgeha Leşkerî ya Tedmurê ya li rojhilatê parêzgeha Humsê pêk anîn.
Li gorî zanyariyan, bi şev derdora saet 01.15ê de dengê teqînan li balafirxaneya leşkerî ya T4 li rojhilatê Humsê hat bihîstin ku navenda pêşxistin û berhemanîna rokêtan, cebilxane û perwerdeya leşkerî ya komên bi piştevaniya Îranê ye.
Derbarê êrîşan de heta niha ti daxuyanî ji aliyê rayedarên Îsraîlî û rejîma Sûriyê ve nehatiye dayîn.
Îsraîl ji destpêka şerê navxweyî yê di sala 2011an de, car caran êrîşan li ser komên ku Îran piştgirîya wan dike û xalên leşkerî yên girêdayî artêşa Sûriyê li Sûriyê pêk tîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin