Tehran ji bo welatên Kendavê: Ji bo êrîsa Îranê qada xwe ya hewayî bi kar neynin

09 October 2024 09:28 0 dîtin
Tehran ji bo welatên Kendavê: Ji bo êrîsa Îranê qada xwe ya hewayî bi kar neynin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Îranê hişyarî daye welatên Kendavê ku qada hewayî ya xwe ji bo êrîşê Îranê bi kar neynin.

Li gorî daxuyaniya berpirsekî payebilind ê Îranê, Tehranê ji welatên kendavê re gotiye, ew rê nadin qada esmanî ya wê li dijî Îranê were bikaranîn.

Hat destnîşankirin ku ji bo gavên di vî warî de bên avêtin wê bertekên pêwîst bên dayîn.

Rayedar dema ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî ji bo hevdîtinan diçû Erebîstana Siûdî û welatên din ên Kendavê daxuyanî da.