Berî êrîsa muhtemel a Îranê Rûsya kete tevgerê: Soygu li Tehranê ye

05 August 2024 16:25 0 dîtin
Berî êrîsa muhtemel a Îranê Rûsya kete tevgerê: Soygu li Tehranê ye

PeyamaKurd – Beriya êrîşa muhtemel a Îranê bi ser armancên Îsraîlê de, Sekreterê Meclîsa Ewlehiyê ya Rûsyayê Sergey Şoygu, îro ji nişka ve serdana Tehranê kir.

Metirsiyên berfirehbûna şer di navbera Îran û Îsraîlê de piştî kuştina serokê Buroya Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniye gihîştiye asta lutkeyê û tê çaverêkirin Îran êrîşekê bide destpêkirin.

Di demeke wiha zîz de, Sergey Şoygu yê wezîrê berê yê berevaniya Rûsyayê bi serdanekê gihîşt Tehranê.

Medya Îsraîlê diyar kir ku Şoygu dê bi serokomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan û rayedarên leşkerî û ewlehî yên payebilind re xurtkirina hevkariya dualî gotûbêj bike.

Ajansa Tesnîm a Îranê ragihand, sekreterê giştî yê ewlehiya neteweyî ya Îranê Alî Akber Ehmediyan, Şoygu vexwendiye ku serdana Îranê bike û armanca serdanê jî, xurtkirina têkiliyan û gotûbêjkirina gelek dosyayên herêmî, navneteweyî û têkiliyên ewlehî û siyasî ye.

Hêjayî gotinê ye, Îranê piştî sûîqesta Heniye daxuyaniyên tund dabûn û ragihandibû ku mafê wan ê tolhildanê heye.