Berî Lutkeya NATOyê ji Rûsyayê êrîsa mosekên hîpersonîk: 17 kustî, 56 birîndar

08 July 2024 17:52 0 dîtin
Berî Lutkeya NATOyê ji Rûsyayê êrîsa mosekên hîpersonîk: 17 kustî, 56 birîndar

PeyamaKurd - Rûsya berî civîna 11ê Tîrmehê ya krîtîk a NATOyê bi moşekên hîpersonîk êrîşî nexweşxaneyeke zarokan a li paytexta Ukrayna Kîevê kir.

Serokomarê Ukraynayê Volodimir Zelensky ragihand ku ji ber êrîşa moşekî ya Rûsyayê ya li ser paytext Kîevê, nexweşxaneya zarokan zirar dîtiye.

Zelensky da zanîn ku Rûsyayê êrîşeke tund a moşekî li ser Ukraynayê pêk aniye û tevî Kîevê, bajarên Dnipro, Kriviy Rig, Slovyansk û Kramatorsk bi zêdetir ji 40 moşekan hatine armanckirin.

Zelensky got ku di êrîşan de mal, binesazî û nexweşxaneya zarokan a li paytextê xisar dîtine û li cihên êrîş hatiye kirin, hemû servîsên hawarçûnê nobetê digirin.

Berpirsên Ukraynayê ragihandin ku di êrîşan de bi giştî 17 kesan can daye û 56 kes jî birîndar bûne.

Li gorî şîroveyan Rûsyayê beriya lutkeya NATO ya Washingtonê bi moşekên hîpersonîk hişyarî daye aliyên hevpeymanên Ukraynayê ku tevî hewlên alîkariya Kîevê jî ew dê êrîşên xwe hîn tundtir bikin.