Li dijî pergala neftê ya Îranê êrîsa sîberî: Îstgeh rawestîyan
Peyama Kurd – Herçend rayedarên rejîma Îranê wek “pirsgirêka nûsînerê” şîrove bikin jî rojnameya The Jerusalem Postê angaşt ku ji alî komeke hackerên Îsraîlî ve, li dijî pergala froşgehên neftê yên Îranê êrîşeke sîberî pêk hanîne.
Li Îran û Rojhelatê Kurdistanê, di pergala froşgehên neftê de pirsgirêkeke mezin rû da û ji sedî 70yên froşgehan karê froştinê rawestandin.
Ajansa nûçeyan a nîv-fermî ya rejîma Îranê Farsê angaşt ku astengiyên ku rû dane ji ber pirsgirêka nûsînerêner bûye. Lê belê çapemeniya Îsraîlê angaşt ku li dijî pergala dabînkirina sotemeniyê ya rejîma Îranê êrîşeke sîberî pêk hatiye.
Li gor nûçeya Reutersê, hatiye piştrastkirin ku li gellek îstgehên Îran û Rojhelatê Kurdistanê di pergala sotemeniyê de pirsgirêkek nûsînerî heye û pispor hewl didin ku vê pirsgirêkê çareser bikin.
Wezîr Cewad Owcî: Egera destwerdana derve heye
Wezîrê Petrolê yê Îranê Cewad Owcî di daxuyaniya xwe ya li ser televizyona dewletê de diyar kir ku ji sedî 70 îstgehên wan ên sotemeniyê asteng bûne û got, "Egera destwerdana derve heye."
Wezîrê rejîmê anî ziman ku ji sedî 30ê xizmetên gazê û navendên dabînkirina pêdiviyên asayîşê dixebitin û yên din jî hêdî hêdî astengiyên xwe çareser dikin.
Ji alî din ve Radyoya Artêşa Îsraîlê ragihand ku hackerên Îsraîlê êrîşeke sîber birine ser pergala dabînkirina sotemeniyê ya Îranê û gelek froşgehên neftê yên Tehranê rawestîyane.
Malpera nûçeyan a The Jerusalem Post (JP) ya Îsraîlê jî angaşt ku komeke aktîvîst a bi navê Pedatory Sparrow ango Gonjeshke Darande, li dijî pergala sotemenîya rejîma Îranê êrîşeke sîberî pêk aniye.
Koma Pedatory Sparrowê jî der barê mijarê de daxuyanî da û ragihand ku wan êrîşeke din a sîber jî pêk anîye û di encama vê êrîşê de li seranserê Îranê piraniya pompeyên gazê derîxizmet bû. Komê got: “Ev êrîşa sîberî wek bersivdana destdirêjiyên Komara Îslamî û alîgirên wê yên Rojhelata Navîn pêk hat.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin