Amerîka û welatên Kendavê li Îranê bang kirin: Dest ji leystikên nuklerî berde
PeyamaKurd – Amerîka û dewletên Kendavê bang li Îranê kirin ku dest bi leystikên bernama nuklerî berde û dest bi têkiliyên pêvajoya dîplomatîk bike. Li gor nûçeya ajansa fermî ya Erebistana Sa’ûdî SPA yê; welatên endamên hevkariya Kendavê û rêvebiriyên Amerîkayê yên di asta bilind de, piştî civînê bi hevkarî ragihandina çapemeniyê ya nivîskî kirin. Di daxwuyaniya çapemeniyê de hat gotin:
“Em ji ber Îran fuzeyên pêşkeftî bikartîne, destekê dide terorê, balafirên bê ajotvan bikartîne, çekên sîberî bikartîne û di dinyayê de belav dike, em wê şermezar dikin. Îran siyaseta hejandina îstîqrarê dimeşîne.
Em bi endîşe ne ku Îran di serî de destekê dide Hûsiyan û terefên ku fermî nînin, têkiliyên Îranê yên leşkerî bi wan re hene, miqdarê pêdiviya Îranê ya bi miqdarê hilberîna Ûranyûmê re, zêdetir bûye, ev jî ji bo gengeşeyên herêmî û dinyayê talûke ne.
Em Îranê dawet dikin da dawî li leystikên ûranyûmê bîne, xwe nêzî çareseriya dîplomatîk bike û bi ajansa atomî ya dinyayê re bixebite. Eger Îran vana neke Amerîka dikare hevkarên xwe yên endamên Kendavê zêdetir bike û ew derfeta Amerîkayê heye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin