Welatên G7 bang kir welatên weka Îranê ku desteka xwe ya alavan ji Rûsyayê bibirin

15 March 2024 21:09 0 dîtin
Welatên G7 bang kir welatên weka Îranê ku desteka xwe ya alavan ji Rûsyayê bibirin

PeyamaKurd – Lîderên welatên G7 Amerîka, Kanada, Fransa, Îtalya, Japonya, Îngiltere û Almanya bang kirin ku terefên sêyem yên ku destekê didin Îran û terefên sêyem, desteka alavan ji wan welatan bibirin. Bang ji bo wan welatên ku alavan didin welatên weka Îranê û destekê didin Rûsyayê da şerê Ûkraynayê bike  hat kirin. Bang, li ser navê welatên G7 ji Îtalyayê bi nivîskî bi daxwuyaniyekî hevpar hat kirin û di banga xwe ya nivîskî de weha got:

“Em banga xwe nûh dikin da welatên terefê sêyem ku desteka xwe ji dana alavên bo Rûsyayê bibirin ji ber Rûsya nerewa û bê sedem êrîşê kir ser Ûkraynayê. Eger banga me bicîh neynin, wê bi bedelên giran re rû bi rû bimînin.

Em bi endîşe ne û dibihîzin ku piştî Îran dronan difroşe Rûsyayê û Rûsya bi wan êrîş dibe ser xelkê sîvîl, niha dixwaze fuzeyên balistik û agahiyên wan yên teknolojik bide Rûsyayê. Em bangî Îranê dikin ku vêya neke. Ev kiryar wê herêmê bêhtir bêîstîqrar bike û desteka Rûsyayê ya alavan zêdetir bike. Ev, îhlala hûqûqa navdewletiye û îhlala Şertê Neteweyên Yekgirtiye.

Eger Îran dewam bike fuzeyan û agahiyên teknolojik bide Rûsyayê, em amade ne tedbîrên Nûh deynin ser Îranê û bi hevre bersiva Îranê bidin.”