6 welatên Ewropî banga rakirina cezayên ser Sûriyê kir: HTS û Ehmed Sera ne tê de!
PeyamaKurd – Welatên endamên Yekîtiya Ewropayê yên Almanya, Fransa, Holanda, Spanya, Fînlanda û Denmarkê banga rakirina cezayên di warên cuda de yên ser Sûriyê kirin.
Her şeş welatan piştî hilweşandina rejîma Esed cezayên ser Sûriyê gotûbêj kirin û bangewazî kirin ku cezayên di warên gihandin, enerjî û bankevaniyê de demildest werin rakirin.
Di belgeya bangewaziyê ya Reutersê belav kiriye de, 6 welatên ewropî diyar kirin, “Divê Yekîtiya Ewropa bilez di mijara dorpêçên ser Sûriyê de sererastkirinê bike.”
Di bangewaziyê de hatiye xwestin ku kanalên fînansê yên ligel Sûriyê ji nû ve bên vekirin, lê dorpêçên li ser alîgirên rejîma berê ya Esed jî berdewam bikin.
Herwiha ji bo rakirina dorpêçên ser Heyet Tehrîr Şam (HTŞ) ku di nav lîsteya terorî ya Neteweyên Yekbûyî û Amerîkariyê de ye jî hatiye gotin:
“Wê ev rewş girêdayî nirxandina me ya derbarê HTŞ ya di lîsta terorê de û Ehmed Şera de be û girêdayî pêşketinên li qada Sûriyê pêk werin be.”
Hêjayî gotinê ye, wê wezîrên derve yên YEyê 27ê mehê li Brukselê mijara sivikkirina dorpêçên ser Sûriyê gotûbêj bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin