Dîplomatên Ewropî: Dusemê bê dema dawî ye ji bo rawestandina cezayên li dijî Sûriyeyê
PeyamaKurd – Dîplomatên li paytexta Belçîkayê Brukselê doh ragihand ku welatên Yekîtiya Ewropayê plan dikin ku cezayên li ser Sûriyeyê piştî Duşema bê rakin.
Wan anî zimên ku “Wezîrên karên derve yên 27 welatan dê roja Duşemê li paytexta Belçîkayê bicivin û biryareke fermî li ser vê mijarê bidin piştî ku lihevhatineke destpêkê di civîna berê ya meha Çile de pêk hat.”
Yekîtîya Ewropayê roja Çarşemê pêşnûmaya daxuyaniyekê gotûbêj kir ku rakirina cezayên li ser Sûriyeyê dike armanc.
Cezayên navborî yên li ser sektorên bankê, enerjî û veguheztinê ne.
YE hewl dide ku alîkariya Sûriyeyê bike da ku ji nû ve ava bibe û ji bo avakirina têkiliyan a bi rêveberiya nû re armanc dike ku cezayên li ser Şamê rake.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin