Kremlîn: Ser dema ku em bigihîjin armancên xwe dê bi dawî bibe
PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê, Dimitrî Peskov, îro di daxuyaniyekê de ragihand ku Rûsya dixwaze şerê li Ûkraynayê di dema herî zû de bi dawî bibin, lê tekez kir ku ev yek tenê piştî ku Moskow bigihîje armancên xwe yên destpêkê, dê pêkan be.
Peskov di civîna xwe ya rojane ya çapemeniyê de got, "Bê guman, em dixwazin ev şer di demeke herî zû de biqede. Ev dê çêbibe dema ku Rûsya bigihîje armancên ku ji xwe re daniye."
Berdevkê Kremlînê her wiha îdia kir ku Moskow ji bo çareseriyeke siyasî û dîplomatîk amade ye û diyar kir ku ne sûcê Rûsyayê ye ku pêvajoya danûstandinan hatiye rawestandin.
"Rewşa Kîevê toj bi roj xirabtir dibe"
Peskov rewşa li eniya şer weke "pir dînamîk" bi nav kir û pêşbînî kir ku "rewşa rejîma Kîevê dê roj bi roj xirabtir bibe." Li gorî wî, ev yek "rewşeke neçar e û bi awayekî zelal diyar e."
Wî welatên Ewropî bi "provokasyonê" tawanbar kir û got ku ew Ûkraynayê teşwîq dikin ku bawer bike dikare bi rêyên leşkerî di şer de bi ser bikeve.
Li ser pirsekê derbarê rapirsiyekê ku nîşan dide piştgiriya Ûkrayniyan ji bo bidawîkirina şer li gorî şertên Rûsyayê zêde bûye, Peskov got, "Ev meyleke domdar e û hejmara van kesan dê her ku diçe zêde bibe."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin