MSDyê bang li welatên ereb kir da ku pêsengiya astiya navxweyî ya Sûriyeyê bikin

14 December 2024 13:48 0 dîtin
MSDyê bang li welatên ereb kir da ku pêsengiya astiya navxweyî ya Sûriyeyê bikin

PeyamaKurd – Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) a Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, îro, daxwaz ji welatên ereb kir ku bi roleke serekî rabin di piştgirîkirina çareseriyeke berfireh ya ji bona krîza Sûriyeyê.

Banga MSDyê di civîneke awarte de hat kirin ku ji aliyê Encûmena Serokatiya wê ve hate lidarxistin, ji bo gotûbêjkirina geşedanên dawî yên li Sûriyeyê.

Encûmenê tekezî li ser pêwîstiya agirbesteke berfireh kir û ev yek weke pêngaveke krîtîk ji bo bidestxistina çareseriyeke siyasî pênase kir.

MSDyê bal kişand ser girîngiya xurtkirina yekîtiya neteweyî û parastina destkeftiyên li bakur-rojhilatê Sûriyeyê.

Wê bang li neteweyên Ereb kir ku rolekw navendî di hêsankirina çareseriyekê de ku kêşeya berfireh a Sûriyê çareser dike, bigirin ser xwe.

Her wiha encûmenê ji bo dabînkirina mafên hemû civakên civaka Sûriyeyê ya li gorî pîvanên yasayî yên navdewletî palpişt kir.

Wê organîzekirina diyalogên niştimanî wek destpêkek ji bo konfêranseke berfereh pêşniyar kir ku tê de xwestekên Sûriyeyê nîşan bide û rê li ber nexşerêyeke aştiyê veke.