Netanyahû bang li welatên Ereb kir û got: Dorpêça ser Xezeyê temam bû!

12 November 2023 10:55 0 dîtin
Netanyahû bang li welatên Ereb kir û got: Dorpêça ser Xezeyê temam bû!

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû banga helwestgirtina dijî Hemasê li welatên Erebî kir û ragihand, dorpêça artêşa Îsraîlê ya ser Xezeyê temam bûye û dê hêzên Îsraîlê çiqas hewce bike li Xezeyê bimînin.

Netanyahû got ku ew dê ji kontrolkirina Xeta Xezeyê ya bo ewlehiya Îsraîlê ku rê li ber êrîşên Hemasê bigirin, venegerin û diyar kir: “”Artêşa Îsraîlê dorpêçkirina Xezeyê temam kir. Êdî li navenda bajêr kar dikin. Li dora Nexweşxaneya Şîfayê ne.”

Herwiha Netanyahî bang li welatên Erebî jî kir ku li hember Hemasê rabin ser piyan û bibîr xist, “Hemas parçeyek ji xeta terorê ya Îran serkêşiya wê dike ye û hemû cîhana erebî û cîhanê bi giştî dixe xeterê. Bawer dikim gelek serokên welatên Erebî jî vê fêm dikin.”

Netanyahî got ku piştî kontrolkirina Xeta Xezeyê jî ew li dijî wê yekê ne ku rêveberiya Xezeyê radestî rêveberiya serokê Filîstînê Mehmûd Ebas bikin.