Ji Sedr bangewazî û pêsniyarên bo Xezeyê li welatên Ereb: Artêsan bixin tevgerê!

12 November 2023 17:48 0 dîtin
Ji Sedr bangewazî û pêsniyarên bo Xezeyê li welatên Ereb: Artêsan bixin tevgerê!

PeyamaKurd – Rêberê Tevgera Sedr li Iraqê, Muqteda Es-Sedr li ser Lûtkeya Yekîtiya Ereb û Teşkîlata Hevkariya Îslamî ya li Erebistana Siûdî hate lidarxistin, peyamek belav kir û 10 pêşniyar li welatên Ereb kir.

Sedr helwesta welatên ku êrîşên Îsraîlê yên ser Xezeyê şermezar dikin wekî cihê şanaziyê nirxand û li ser danezana Lûtkeya Yekîtiya Ereb û Teşkîlata Hevkariya Îslamî ya li Erebistana Siûdî hate lidarxistin, 10 pêşniyar kirin ku yek ji wan jî banga xistina tevgerê ya artêşan e.

Sedr herwiha bang li welatan kir balyozxaneyên Îsraîlê yên welatên xwe bigrin, boykota aborî li Îsraîlê bikin,  hinardeya petrolê rawestînin, asayîkirina pêwendiyên ligel Îsraîlê wekî tawan pênase bikin.