Ji welatên Ereb daxuyaniya hevpar: Ji bo Xezeyê agirbest nehat xwestin!

26 October 2023 21:05 0 dîtin
Ji welatên Ereb daxuyaniya hevpar: Ji bo Xezeyê agirbest nehat xwestin!

PeyamaKurd – Wezîrên Derve yên hejmarek welatên Ereb îro 26ê Cotmehê derbarê Xezeyê û şerê Îsraîl-Hamasê de daxuyaniyeke hevpar belav kirin.

Di daxuyaniya ku îmzeya wezîrên Erebistana Siûdî, Urdin, Misir, Îmarat, Behreyn, Qetar, Eman, û Mexrîbê de; ji ber êrîşên ser Xezeyê yên Îsraîlê bi hinceta binpêkirina hiqûqa navdewletî hişyarî hate dayîn.

Di daxuyaniya hevpar de, bangewazî û daxwaza agirbestê cî negirt, lê hate gotin, “Hedefgirtina sivîlan li Xezeyê û binpêkirina hiqûqa navdewletî” hate şermezarkirin.