Ji Muqteda Sedir banga Xezeyê ji welatên Erebî: Ji Sedirîyan re rê vekin!

03 November 2023 15:56 0 dîtin
Ji Muqteda Sedir banga Xezeyê ji welatên Erebî: Ji Sedirîyan re rê vekin!

PeyamaKurd - Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir, bang li welatên cîranên Filîstînê yên Ereb kir ku ji bo gihandina alîkariyên mirovî bo Xezeyê rê ji Sediriyan re vekin.

 Muqteda Sedir îro Înê 3yê Mijdarê li ser hesabê medya civakî “X”ê peyamek belav kir û got: “Ez daxwazê ji welatên Urdin, Libnan, Misir û Sûriyeyê ên cîranên Filistînê dikim, bi hevahengî rêyê bidin Sediriyan ku arîkariyên mirovî ji av, xwarin û dermanan bigehînin xwecihên Xezeyê.”

Sedir diyar kir: “Ez daxwazê dikim rê bidin ku nerazîbûna milyonî li ser sînorê Filistînê bê kirin. Ger razî bibin, ev dê pêngaveke dîrokî be.”

Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê, herî dawî ragihandiye ku hejmara kuştiyên di vî şerî de gihîştiye 9 hezar û 61 kesan. Herwiha ji aliyê Îsraîlê ve jî ji êrîşa 7ê Cotmehê ya Hemasê ve zêdetirî 1400 îsraîlî hatine kuştin.