Ji Biden banga nexwesxaneyên li Xezeyê…

14 November 2023 19:04 0 dîtin
Ji Biden banga nexwesxaneyên li Xezeyê…

PeyamaKurd – Şerê Îsraîl û Hemasê ji 7ê Cotmehê piştî êrîşa Hemasê ve 40 roj in bi hemû dijwariya xwe dewam dike.

Li gorî zanyariyan di êrîşeke ser nexweşxaneya Şîfa de, 32 kes mirine û pirsgirêka sotemeniyê jî li nexweşxaneyê rû daye ku dibe sedema mirina nexweşan.

Serokê Amerîkayê Joe Biden, bang li Îsraîlê kir ku nexweşxaneyan biparêze ku niha şerên dijwar li dorûbera nexweşxaneya Şîfayê di navbera hêzên Îsraîl û Hemasê de diqewimin.

Serokê Amerîka Joe Biden peyam da daxwaz kir, divê nexweşxane bên parastin.

Biden got, ew hêvî dikin li dijî nexweşxaneyan destwerdaneke giran neyê kirin û ew ê bi Îsraîlê re di nava têkiliyan de bimînin.

Li aliyê din danûstandinên li Qeterê yên ji bo berdana dîlên Îsraîlê ku hejmara wan 239 kes in, li Qeterê dewam dikin. Washington û Doha niha hewldanên xwe didomînin ku Hemasê jî ji bo berdana dîlan 5 roj agirbest xwestibû.