Banga 'Xezze' ya 25 senatorên Amerîkî ji Biden re
PeyamaKurd – 25 senatorên Amerîkî nameyek ji Biden re şandin û daxwaz kirin ku di şer û pevçûnên li Xezzeyê de rawestineke mirovî û di vê navberê de hem serbestberdana dîlên Îsraîlî û hem jî gihandina alîkariyên mirovî ji bo sivîlên li Xezzeyê.
25 senatorên bi serokatiya Jon Ossoff û Raphael Warnock nameyek ji Biden re şandin û bang li wî kirin ku di derbarê rehîn û agirbesta li Xezzeyê de zêdetir hewldanên dîplomatîk bike.
Di nameyê de bal hat kişandin ser êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezzeyê û hat gotin ku divê "di pevçûnan de ji bo însanî rawestin" û di vê navberê de divê rehîneyên Îsraîlî bên rizgarkirin û alîkarîya însanî ji sivîlên di şert û mercên zehmet de ne bê şandin.
Di nameyê de hat gotin, "Bêyî agirbestê, zêdebûna rageşiya herêmî ji bo ewlehiya neteweyî ya Dewletên Yekbûyî metirsiyek e. Serkeftina van danûstandinan di heman demê de di berjewendiya bi milyonan sivîlên bêguneh de ye."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin