Ji Senatorên Amerîkî name bo Biden: Nehêlin Îbrahîm Reîsî were Amerîkayê!
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku 8 Senatorên Komarîxwaz ên Senatoya Amerîkayê nameyek ji Serokê Amerîka Joe Biden re şandine û xwestine, destûr neyê dayîn ku Serokomarê Îranê Îbrahîmê Reîsî ji bo beşdarî Civîna Neteweyên Yekbûyî bibe were Amerîkayê.
Senatoran di nameya xwe de gotiye: “Roleke sereke ya Reîsî di Îdamkirinên dehikên 60î de û hewlên rejîma Îranê ji bo kuştina berpirsên Amerîka de heye. Hatina heyeta berpirsên Îranê bo Amerêka gefek e li dijî ewlehiya Amerîka ye.”
Herwiha Senatoran dane zanîn: “Îbrahîm Reîsî tevî ku şanazî bi rola xwe di îdamkirnên salên dehikên 60î de dike, çendîn sal e ku di berpirsiyaretiyên xwe yên din de jî kuştin, îşkence û binpêkirina mafê mirovî yên xelkê Îranê jî domandiye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin