Senatorên Amerîkî ji bo Erdogan bi nameyekê bang li Biden kirin
PeyamaKurd – Senatorên amerîkî Chris Van Hollen Led ê ji partiya demokrat û endamê Komîteya Pêwendiyên Derve yê Kongreyê yê partiya komarparêz James Lankford bi nameyekê bang li serokê Amerîkayê Joe Biden kirin ku hesab ji serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bipirse.
Senatoran di nameya ku ji Serokê Amerîka Joe Biden re şandine de gotin, divê ji ber ku Erdogan kurdên li Tirkiyê ji mafên wan bê par bihêle, pirengiya siyasî ya li welêt sînordar dike û bi rêbazên nedemokratîk desthilatê ava dike hesab jê bê pirsîn.
Her du senatorên Amerîkî di nameyê de dibêjin: "Em ji ber biryara dadgeha destûrî ya Tirkiyê ya di Hezîrana 2021an de bi fikar in ku lîsteya tawanên li dijî HDPê qebûl kir. Ev hewldan ji bo jihevxistina HPDê hat kirin ku li ser asta Tirkiyê di rêza sêyemîn a partiyên herî mezin de ye."
Senatoran di berdewamê de gotiye: “Em bang li we dikin ku hewldanên Erdogan şermezar bikin. Bi şirîkên me yên Yekîtiya Ewropayê re kar bikin da ku ji vê zêdetir demokrasî li Tirkiyê paşde neçe.”
Senatoran diyar kiriye ku di çend salên dawî de serokomarê Tirkiyê Erdogan ji bo sînordarkirina mafên HPDê bi zanebûn hemeleyek meşandiye û wiha pê de çûne: “Em bang li we dikin ku xwedî li demorkasiyê, mafên mirovan û serdestiya qanûnê di têkiliyên wan yên bi Tirkiyê re derkevin. Bi şirîkên me yên Yekîtiya Ewropayê (YE) re kordîneyê bikin. Divê serok Erdogan fêm bike ku wê encamên jihevxistina HDP, girtina endamên wê li ser Tirkiyê xeter bin.”
Nameya ku ji aliyê Endamên kongreyê Chris Van Hollen û James Lankford ve hatiye amadekirin, ji aliyê senatorên amerîkî Ron Wyden, Tom Telles, Jeff Merkley, Jane Shaheen, Angus King, Cory Booker, Ed Markey û Sherrod Brown ve hatiye îmzekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin