Senatorên Amerîkî ji bo fisarê li ser Erdogan bike name ji Biden re sandin
PeyamaKurd – 54 senatorên Amerîkî ji Komarî û Demokratan, nameyek ji Serokê Amerîka Joe Biden re rê kirin û tê de Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan şermezar kirin û daxwaz jê kirin ku fişarê bixe ser Tirkiyê ji bo rewşa mafên mirovan baş bike.
Senatorên Amerîkî, di nameyê de gotin: “Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan welatê xwe xistiye ser rêya tekrewiya desthilatdariyê, bi awayekî sîstematîk opozîsyonê serkut dike, rojnamevanan bêdeng dike û dadwerên serbixwe bi dadwerên alîgirên xwe diguhêre.”
Di beşeke nameyê de li ser siyaseta derve ya Tirkiyê hat diyarkirin: "Di van salên dawî de Serokomar Erdogan bê şerm êrîşî kurdên ku hevkarên Amerîkayê ne û li Sûriyeyê li dijî DAIŞê şer dikin kiriye."
Di dawiya nameyê de ji Biden re hat gotin: “Tirkiye li navçeyê hevpeymaneke girîng e, ji ber wê me ev name nivîsiye. Pêwîst e Amerîka kar bike ji bo standerdeke bilind a hevpeymanên wê hebe. Herwiha divê Amerîka bi eşkere derbarê mafên mirovan û kêmbûna demokrasiyê de bi wan re biaxive. Daxwaz ji we dikin, ji Serok Erdogan û hikûmeta wî re tekez bikin ku divê di zûtirîn demê de dawî li helmeta serkutkirinê ya li navxwe û li derveyî welat bîne.”
Di nameyê de herwiha hatiye xwestin ku deshilata Tirkiyê girtiyên siyasî û rojnamevanên girtî azad bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin