Ji Senatorên Amerîkî daxuyaniya Tirkiye û Erdogan: Gef û tevgera serxwazî...

17 December 2020 18:46 0 dîtin
Ji Senatorên Amerîkî daxuyaniya Tirkiye û Erdogan: Gef û tevgera serxwazî...

PeyamaKurd – Serokê Lijneya Derve ya Encûmena Nûneran Eliot Engel û Endamê Encûmena Nûneran ê Partiya Komarî Michael McCaul derbarê Tirkiyê de û helwesta Amerîkayê bo deshilata Tirkiyê daxuyaniyeke hevbeş belav kirin.

Herdu senatorên pilebilind ên Amerîkî gotin, “Em gelekî bi fikar in ji tevgera şerxwaz a Tirkiyê ku gef e li ser peywendiyên me yên dîrokî yên dualî, ser NATOyê û herêmê bi awayekî giştî.”

Endamên Kongreya Amerîkayê bal kişandin ser ku Tirkiye bi  ew kiryarên xwe yên wekî; kirîna S-400an ji Rûsyayê, operasyonên leşkerî li bakurê rojhilatê Sûriyê destkeftên Amerîka û hevpeymanên wê yên li hemberî DAIŞê dixe metirsiyê û rewşa mirovî jî li wê herêmê xirabtir dike.

Di beşeke daxuyaniyê de tê gotin ku destê Erdogan di geşkirina şerên din de jî heye û çekdarên kirêkirî ji Sûriyê şandine Libya û Nagorno-Karabaxê.

Herwiha li dijî helwesta Tirkiyê ya alozkirina Rojhilatê Deryaya Spî jî tê derketin û ji bo Serokomarê Tirkiyê Erdogan dibêjin, bi eşkere mêvandariya terorîstên Hemasê yên di lîsteya terorê ya Amerîkayê de ne kiriye.

Senatorên Amerîkî balê dikişînin ser pêvajoya demokrasiyê ya li Tirkiyê û diyar dikin, Erdogan dest daneye ser saziyên demokrasiyê, dadgeha serbixwe ya Tirkiyê xistiye bin bandora xwe û bi tawanên bê bingeh êrîşan dibe ser tîma konsulxaneya Amerîka ya Stenbolê.