Ji senatorê Amerîkî daxuyaniya Rojavayê Kurdistanê û Tirkiyeyê
PeyamaKurd - Serokê Komîsyona Pêwendiyên Derve ya Senatoya Amerîkayê Bob Menendez, derbarê mijara firota balafirên F16 bo Tirkiyê, operasyonên ser Rojavayê Kurdistanê û endamtiya NATO ya herdu welatên Swêd û Fînlandê de ku Tirkiye dibe asteng daxuyanî dan.
Bob Menendez, di televizyona Yûnanistanê ya dewletê ERT de bersiva pirsên jê hatin kirin da û li ser mijara F16an gotn, “Di rewşa heyî de, qet niyeta min nîne ji bo firotina F16an bo Tirkiyeyê razî bibim.”
Menendez, ji bo pirsa derbarê operasyona muhtemel a bejahî ya Tirkiyeyê li ser erda Rojavayê Kurdistanê jî wiha axivî:
“Dîplomasî hin caran li piştperdeyê tê kirin. Ez bawer dikim, rêveberiya Joe Biden, li ser encamên rûdaneke wiha ravekirinek ji Tirkiyeyê re kiriye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin