Ji Senatorê Amerîkî Ralph Abraham serdana pistgiriyê bo Rojavayê Kurdistanê

18 February 2020 20:10 0 dîtin
Ji Senatorê Amerîkî Ralph Abraham serdana pistgiriyê bo Rojavayê Kurdistanê

PeyamaKurd - Endamê Kongreya Amerîkayê Ralph Abraham ku digel şandekê serdana Rojavayê Kurdistanê kir, ragihand ku ew hatiye piştgiriyê bidê rêveberiya xweser.

Li gorî nûçeya ANHAyê Endamê Partiya Komarparêz ê di Kongreya Amerîkayê Ralph Abraham û şandeya pê re, serdana navenda Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li bajarê Reqayê kir û bi civîneke dirêj dûrî dezgehên çapemeniyê, bi hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid û Ebd Hamid El-Mihbaş re li dar xist.

Piştî civînê endamê Partiya Komarparêz û serokê Komîteya Parastina Kurdan di Kongreya Amerîkayê de Ralph Abraham, ji dezgehên çapemeniyê re axivî.  

Abraham got: "Ez li vir im ji bo ku destekê bidim rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya bi rêveberiya van her du kesên hêja."

Abraham kêfxweşiya xwe ji bopêşketinên li Bakur û Rojhilatê diyar kir û wiha axivî: "Ez bi pêşketinên ku li Reqayê çêbûne, kêfxweş im. Ev bajar di pêşketinan de dewam dike wekî ku her roj tav hiltê."

Abraham da zanîn ku tiştên wî dîtine, dê pêşkêşî kongreyê û rêveberiya Serok Trump bike û wiha pê de çû: "Ez wek endamekî kongreyê, ez ê tiştên hêja û gewre yên li Reqa û Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêbûne û çêdibin, bigihînim hemû endamên din ên kongreyê û cîgirê serok Mike Pence û serok Trump û rêveberiya wî."