Senatorê Amerîkî Wilson: Iraq Kurdan birçî dihêle, lê Trump wê çareser bike!

11 March 2025 09:27 0 dîtin
Senatorê Amerîkî Wilson: Iraq Kurdan birçî dihêle, lê Trump wê çareser bike!

PeyamaKurd –Senatorê Komarî yê Amerîkî Joe Wilson got: "Taif Samî Kurdên Iraqê birçî dihêle û mûçeyên wan nade, lê Serokê Amerîka wê vê yekê çareser bike."

Joe Wilson di peyama ku li ser platforma medyaya civakî ya X hat parvekirin de bang li "Xezîneya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê" (DYA) kir ku dev ji derengxistina cezayên li ser Banka Rafidain berde. Li gorî Wilson, ev bank bi milyaran dolaran ji milîsên Iraqî re dişon.

Wî navê Wezîrê Darayî yê Iraqê Taîf Samî jî anî ziman û got, "Taif Samî Kurdên Iraqê birçî dihêlin û mûçeyên wan nadin. Divê dawî li vê yekê were, lê Trump wê çareser bike."

Ev daxuyanî di demekê de ye ku heta niha Iraqê mûçeyên meha Sibatê yên karmendên Herêma Kurdistanê neşandiye.